Hevpeymaniya Dewleta Yasayê: Em qebûl nakin ku Sûdanî cara duyemîn bibe serokwezîr

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê diyar kir ku ji bo serokwezîrtiyê namzetên wan heye û ew qebûl nakin ku Mûhammed Şiya Sûdanî careke din ji bo heman wezîfeyê bê hilbijartin.

Di derbarê diyarkirina namzetê hevpeymaniyan ji bo postê serokwezîrtiya Iraqê de, Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî ji medya Iraqê re axivî.

Eqîl Fetlawî got: “Namzetê me bi xwe ji bo postê serokwezîrtiyê heye, em carek din tayînkirina Sudanî ji bo dema nû qebûl nakin. Pêvajoya hilbijartina serokwezîrê berê hinekî bi lez û bez bû. Hilbijartina serokwezîrê dawî ji ber zexta gel û nakokiyên siyasî bû ku pêwîstî bi biryarek bilez hebû.”

Her wiha Eqîl Fetlawî destnîşan kir ku Hevpeymaniya Dewleta Yasa piştgirî dide ragihandina Çarçoveya Hemahengiyê wek fraksiyona herî mezin, lê ji bo dema duyemîn piştgiriyê nade Sudanî. Fetlawî tekezî kir ku ewê li gel lijneyê kom biibn û namzetê xwe pêşkêşî Çarçoveya Hemahengiyê bikin.

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Eqîl Fetlawî got: “Ew serokwezîrekî ku em bikarin şertên xwe lê ferz bikin dixwazin. Da ku em li beramber dengdêran û li ber medyayê û hêzên herêmî û navneteweyî şermezar nebin. Kontrola hikûmetê li ser parlamentoyê, her wiha bi dayîna gelek îmtiyazan ji parlamenteran re û hêsankirina erêkirina wan, xebata parlamentoyê asteng kiriye. Ji kontrola hikûmetê li ser parlamentoyê rola parlamentoyê nemaye, parlamentoyê di tevahiya dema xwe de tenê pêvajoyek lêpirsînê pêk aniye.”